Smotrich: Em ê projeya nû ya niştehcihbûnê dest pê bikin

Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich, destpêkirina xebata li ser projeyek niştecihbûnê ya Şerîaya Rojava parçe dike û ji Qudsa Rojhilat vediqetîne, ragihand. Ji aliyê xwe ve jî, Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas bang li Îsraîlê kir ku vê planê, bi paş ve bixe. Her wiha Berdevkê serokatiya Filistînê Nebîl Ebû Rûdeyneh jî got ku projeyên wargehên nû wê bibe sedema zêdebûna alozî û rageşiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Îsraîlê Beyamîn Netanyahu beriya niha plana bi giştî dagirkirina Xezeyê ji raya giştî re ragihandibû.

Di çarçoveya vê planê de hin projeyên nû pêşdikevin.

Ev projeya nû ciheke nû ji bo niştecihbûnê li Şerîaya Rojava tê çêkirin.

Ev proje bi armanca Şerîaya Rojava ji Qudsa Rojhilat were veqetandin tê pêşxistin.

Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich, duh ev proje ragihand û got:

“Ev gav ji bo veşartina fikra damezirandina dewletekî Filîstînî ye.”

 

Yekîtiya Ewropayê bang li Îsraîlê dike ku avakirina wargehan rawestîne

 

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas bang li Îsraîlê kir ku plana xwe ya avakirina yekîneyên niştecihbûnê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî bi paş ve bixe.

Kallas di daxuyaniyekê de daxuyakirin ku biryara rayedarên Îsraîlê ya ji bo berdewamiya bi projeya niştecihbûnê ya E1 çareseriya du dewletan têk dibe û qanûna navneteweyî binpê dike.

 

"Projeyên niştecihbûnên nû wê bibin sedema alozî û rageşiyê"

 

Her wiha Berdevkê serokatiya Filistînê Nebîl Ebû Rûdeyneh jî diyar kir ku pêşxistina projeyên wargehên di navbera Quds û wargeha Ma'ale Adumim de hatine ragihandin, tenê wê bibe sedema zêdebûna alozî û rageşiyê.

Ebû Rûdeyneh destnîşan kir ku ev daxuyaniya xeternak a wargehê bi daxuyaniyên Netanyahu yên duh re yên derbarê Îsraîla Mezin de hevdem e.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24