Bi rihê demokrasiyê Newroza Bakur û Tirkiyê hat pîrozkirin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Newroza 2026an hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de hat destnîşankirin ku Newroz nîşana berxwedanê û têkoşîna azadiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pîrozbahiyên berfireh ên Newrozê hatin lidarxistin û hîn jî dê li gelek bajaran pîrozbahî were kirin.

 

Di Newroza îsal de bal hat kişandin li ser girîngiya xurtkirina yekîtiya demokratîk a Kurdan.

 

Her wiha vê rojê wekî roja berxwedan, serhildana li dijî zilmê hate pênasekirin.

 

Li bajarê Amedê bi sed hezaran kes li Qada Newrozê bi ruhê yekîtiyê û vîna gelê Kurd li dijî hemû astengiyan û zilmê Newroza xwe pîroz kirin.

 

Welatiyan piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

 

Dîsa xelkên navçeya Mamaka Enqereyê agirê Newrozê pêxistin û girse bi duruşmên “Li hundir û derve tecrîdê parçe bike” û “Kurdistan ji bo faşistan goristan” berzekirin.

 

Li Îzmîrê jî li Qada Cumhuriyetê bi ruhê berxwedanî û yekîtiyê gel Newroza xwe ya 2026'an pîroz kirin.

 

Endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Sabrî Gul di derbarê vê rojê de wiha axivî:

 

"Kurd îro riya sêyemîn ava kirine; ne mecbûr in ku hêzên mêtinger û ne jî dîktatoran qebûl bikin.

 

Kurd wê bi hêza xwe ya cewherî û bi yekîtiya xwe jiyaneke birûmet ava bikin. Kurd ne piştgirên dagirker, mêtinger û dîktatoran in. Kurd piştgirên azadî, aştî û wekheviyê ne."

 

Di Newroza îsal de li navçeya Darica Kocaeliyê 8 kes ji aliyên polîsê Tirkiyê ve hatin binçavkirin.

 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû destnîşan kir ku tevî astengiyên polîsan jî pîrozbahî hatin lidarxistin û wiha got:

 

“Pirsgirêka Kurd dewletê derxist. Ez wek Tirkekê bûm şahidê tiştên ku bi serê Kurdan tên kirin û bi ser vê yekê bûm parastvanên herî mezin ê mafan.

 

Me got bila zarok nemirin dayik negirîn. Lê belê gelek binpêkirin hatin jiyandin.

 

Divê êdî ev bi dawî bibin. Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Di vê pêvajoyê de girîng e ku aştî were tercîhkirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye