Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku şerê li bajarê Siweydayê hat rawestandin û çekdarên eşîran ji bajêr vekişiyan.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba diyar kir ku wan hêzên xwe li herêmên bakur û rojavayê parêzgeha Siweydayê bi cih kirine û navenda parêzgehê ji hemû çekdarên eşîran hat valakirin û şer û pevçûnên li nava taxên bajêr hatin rawestandin.
Piştî ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Îsraîlê lihev kirin, ev agirbest bi piştgiriya Amerîkayê pêk hat.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji rayedarên Şamê xwest ku “rê li ber derbasbûna DAIŞê û cîhadiyên tundrew ên din ên nava herêmê û pêkanîna komkujiyan bigirin”.
Rubio bang li Sûriyeyê dike ku şer bi dawî bibe û kesên li pişt pevçûnên Suweydayê berpirsyar bên dîtin û bêne cezakirin.
ji aliya xwe ve, Yekîtiya Ewropa û Fransayê bi kêfxweşî pêşwazî li agirbestê kir.
Îsraîlê bi riya Wezîrê xwe ya Karên Derve Gideon Saar, gumana xwe derbarê sozên Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera ên ji bo parastina kêmîneyan wekî Kurd, Durzî, Elewî û Xiristiyan metirsiya xwe anî ziman.
Nûnerê NY yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen diyar kir ku dilsozî bi zora çekê yan jî çareseriya leşkerî nabe û bang kir ku tevahiya sûriyeyiyan di pêvajoya siyasî û destûrî de cihê xwe bigirin.
Pedersen anî ziman ku eger rewş ji aliyên xwecihî û herêmî baş hatiba birêvebirin, dê rê li pêşiya aloziya li Siwêdayê bihata girtin.
Pedersen got aloziya Sûriyeyê tenê bi rêveberiyeke xwecih a çalak û destûrê çareser dibe. Lê ji bo wê divê “diyalogeke rasteqîn a giştî” di navbera Hikûmeta Demkî û pêkhateyên xwecih de dest pê bike
Şerê ku di 13ê Tîrmehê di navbera Durziyan û eşîrên Bedewî yên Ereban de dest pê kiribû. rê li ber wê yekê vekir ku çekdarên eşîrên Ereban ji deverên cuda yên Sûriyeyê piştgiriya Bedewiyên Siwêdayê bikin û berê xwe bidin bajêr.
Li gorî (SOHR), hejmara kuştiyên şerê hefteyekê gihiştiye 940 kesî û rewşa mirovî ya li herêmê gelekî xerab e.