Çavkaniyeke leşkerî ya Îsraîlê, ji ajansa ASSê re got ku Hêza Hewayî ya Îsraîlê, tesîsa nukleerî ya Natanzê ya li Îranê bombebaran nekiriye.
Çavkaniyê diyar kir ku Artêşa Îsraîlê êrîşî tesîsa Natanzê nekiriye.
Berdevkekî leşkerî yê Îsraîlê ji malpera Ynet re got ku em nizanin kê ev êrîş pêk aniye.
Îranê berê jî Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ji êrîşa Amerîka û Îsraîlê yên li ser tesîsa wê ya nukleerî agahdar kiribû.
Moskow: Êrîşên li ser tesîsên uranyûmê yên Îranê binpêkirineke eşkere ye
Ji aliyekî din ve, Moskowê bombebarana Amerîka û Îsraîlê ya li ser tesîsa dewlemendkirina uranyûmê ya Natanzê li Îranê wekî binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî bi nav kir.
Moskowê ev kiryarek wekî bêberpirsiyar bi nav kir ku gefê li karesatekê li seranserê herêmê dixwe.
Her wiha Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di daxuyaniyekê de ku li ser malpera wezaretê hatiye weşandin got:
"Herdû dewlet Amerîka û Îsraîl êrîşên xwe yên berfireh li ser tesîsên nukleerî û sivîlên Îranê didomîne."
Maria Zakharova her wiha got ku tesîsa dewlemendkirina uranyûmê ya Natanzê ku di bin ewlehiyên IAEA de ye, 21`ê Adarê de dîsa rastî êrîşê hat.
Trump gef li santralên elektrîkê yên Îranê xwar
Serokê Amerîkayê Donald Trump dema ku ji Qesra Spî ya li Washingtonê derdikeve, bi çapemeniyê re diaxive û ev gef li ser TruthSocial belav kir:
"Ger Tengava Hurmuzê di nav 48 demjimêran de veneke wê santralên elektrîkê yên Îranê bobebaran bike."