Trump cara duyem serdana Brîtanya dike

Qral Charles pêşwaziya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir. Peymanek teknolojîk a 42 milyar dolarî bi veberhênanên li Brîtanyayê hat îmzakirin. Gelên Brîtaniya ji Trump ne razî ne, lewma tê payîn ku roja Çarşemê,xwepêşandanên mezin li Londonê bêne lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demeke ku amadekirin ji bû serdana Trump ya li Brîtanya tê kirin, da ku hinek mijarên siyasî, aborî û civakî werin nîqaşkirin.

Duh, Ajansa Reuters ragihand ku ew pêşwazî di Qesra Windsor, ku qesra herî kevin û mezin a niştecîbûyî ya cîhanê ye û nêzîkî 1000 salan, malbata qraliyeta Brîtanî lê maye.

 

"Trump wê serdana gora karalîçe Elizabeth bike"

 

Malbata qraliyetê, wê tiştên dîrokî yên ji Koleksiyona Qraliyetê yên têkildarî Dewletên Yekbûyî pêşkêşî Serok û Xanima Yekem bikin, piştre wê serdana St. George's Chapel û cihê mayîna dawî ya Queen Elizabeth bikin û Trump wê di serdana xwe de, çelengek li ser gora wê deynê.

Balafirên leşkerî wê berî ziyafeta dewletê, li ser bajêr bifirin.

 

Trump yekem serokê Amerîkî yê ku ji bo du serdanan hatiye vexwendin

 

Bi vê serdanê re, Trump bû yekem serokê Amerîkî û siyasetmedarê hilbijartî ku ji hêla Qaralên Brîtanî ve, ji bo du serdanan hatiye vexwendin.

 

Peymaneke teknolojîk bi 42 milyar dolar hat îmzekirin

 

Hikûmeta Brîtanî, wê hewl bide ku têkiliya taybet û aborî ya di navbera her du welatan de xurt bike, bi milyaran dolar veberhênan misoger bike, li ser bacên gumrikê nîqaş bike û zextê li serokê Amerîkayê bike da ku  pirsgirêka Ûkrayna-Rûsya, Filistîn û Îsraîlê çareser bike. 

Di vê serdanê de, peymaneke nû ya teknolojîk di navbera herdu welatan de hat îmzekirin.

Li gorî peymanê; Komeleyên ji Microsoft bigire heta Nvidia, Google û OpenAI, soz dan ku wê di çend salên pêş de, 31 milyar £ (42 milyar dolar) veberhênan li Brîtanyayê, di warên zekaya sûnî, hesabkirina kuantum û enerjiya navokî ya sivîl de bikin.

 

Reuters: Li Londonê wê xwepêşandanên mezin bêne lidarxistin

 

Gelên Brîtaniya ji Trump ne razî ne, lewma tê payîn ku roja Çarşemê, xwepêşandanên mezin li Londonê werin lidarxistin û 1600 polîs wê ji bo çareserkirina xwepêşandaneke plankirî ya koma Stop Trump Alliance werin bicihkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24