Serokê Rûsyayê Putin eşkere kir ku welatê wî dest bi pêşxistina çekên nû yên astengkirinê kiriye û da zanîn ku çarenûsa welatê wî di şert û mercên heyî de bi giranî di destê kesên “ misyona çarenûsaz pêk tînin de bû.”
Her wiha Putin eşkere kir ku ger Dewletên Yekbûyî çekên Navokî biceribînin Rusya jî amadeye ku çekek Navokî biceribîne.
Ajansa Nûçeyan a Rûsî RIA, roja Çarşemê destnîşan kir ku Washington ji bo pêkanînek ceribandina çekên Navokî dixebite.
Serokê Rûsyayê Putin bê ku nav bide da zanîn ku welatek amdekariyên ceribandina çekên Navokî dike tespît kiriye.