Mihemed Alaa Ghanem got ku Senatoyê bi piraniya dengan, deng da budçeyê ku bendek eşkere ji bo betalkirina bê şert û merc a Qanûna Sezar heya dawiya sala heyî dihewîne.
Ghanem destnîşan kir ku Qanûna Sezar li ser veberhênerên ku dixwazin beşdarî vejandina aboriya Sûriyê bibin, astengiyek bû û bi rakirina Qanûnê re wê sînorên li ser veberhênanan rabe.
Şamê pêşwaziya betalkirina qanûna sezar kir
Wezareta Karên Derve ya Sûriyê jî, duh biryara Senatoya Amerîkayê ya ji bo Qanûna Sezar betal dike, pêşwazî kir.
Qanûna Sezar ji ber sûcên rejîma berê li ser Sûriyê hatibû ferzkirin, berdewamiya wê piştî hilweşîna rejîmê bandorên neyînî li ser jiyana sivîlan û aboriya herêmê kiriye.