DAÎŞ li Sûriyeyê xwe ji nû ve ava dike

reset font size increase font size

DAÎŞ’ê tevliheviya li Sûriyê diqewime ji xwe re wek derfet dît û careke din dixwaze ji nû ve xwe ava bike.

Piştî ku rêjîma Sûriyê hat hilweşandin, Sûriyê ket rewşeke tevlihev û derî li ber qrîzekî bê dawî vekir. Li aliyeke din jî Amerîka ragihand ku wê baregehên xwe yên leşkerî yên li Sûriyê kêm bike û di demên dawî de jî hin baregehên xwe yên li Dêre Zorê û Reqqayê vala kirin.

DAÎŞ’ê jî ji vê tevliheviyê û valakirina baregehan sûd girt û serweriya xwe li ser hin deveran zêde kir.

DAÎŞ dixwaze hêza xwe bîne ser hev û careke din tevgera xwe xurt bike. Di demên dawî de jî me dît ku tevgera xwe li Çolistana Sûriyê her ku diçe zêde dike û gelek caran hin êrîş li ser sivîlan, şofêrên kamyonan, şervanên QSD’ê û leşkerên desthilata Şamê dike.

Li gorî gelek çavkaniyan, DAIŞ serweriya xwe li ser beşekî mezin ya Çolistana Tedmur kiriye û êrîşên xwe ji wir de pêktîne.

Li gorî desthilata Şamê, DAIŞ’ê êrîşa xwe ya dawî jî li paytexta Sûriyê, li ser dêra Mar Îlyas a li herêma Diwêla ya Şamê kir. Bi vî êrîşê DAÎŞê xwest ji cîhanê re ragihîne ku ew xwe bi rêxistin dike û careke din wê derkeve holê.

Berî demekê Hêzên Sûriya Demokratîk hişyarî da ku tevgera DAÎŞ’ê li herêmê zêde bûye û ji nû ve xwe bi rêxistin dike. Eger tedbîr neyên standin wê herêmê bi ber aloziyek pir mezin ve biçe û ji nû ve xeteriyek li dijî sivîlan wê çê bibe.

Egîd Xelîl

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye