Trump: Guhertina rejîma siyasî çima nebe!

reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê li ser paşeroja desthilatdar a Îranê li ser hesabê xwe ya Truth Socîal’ê nivîsek parve kir û bal kişand li ser îhtîmala guhertina rejîmê li Îranê.

Trump da zanîn ku rêveberiya Îranê li pêşiya pêşketina Îranê dibe asteng û gûhertin hewce dike. Li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev tişt anî ziman:

“Bikaranîna peyva Guhertina Rejîmê ji aliyê siyasî ve ne rast e, lê eger rejîma Îranê ya niha Îranê dîsa mezin neke, çima Guhertina Rejîmê çênebe?” Trump got: "Werin em Îranê dîsa mezin bikin (MIGA!!!)”

Wezîrê Parastinê Pete Hegseth roja Yekşemê di civîna çapemeniyê de bal kişandibû li ser êrîşa ya li Îranê û wiha anî ziman: "Ev mîsyon ne li ser guhertina rejîmê bû." Daxuyaniya Trump jî gotinên Hegseth vala derdixe.

Ev gotinên Trump, bangawaziya wî ya berê ya ji bo danûstandinan û kêmkirina aloziyê di navbera Îsraîl-Îranê de jî bi nakok e.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye