24 kes li peravên Hindistanê di keştiyeke Barhilgir de noqî avê bûn

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Deryavanî ya Hindistanê ragihand ku, keştiyeke barhilgir a bi ala Panamayê ku 24 endamên ekîbê tê de bûn, binav bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Reutersê hêzên deryayî operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li peravên rojhilatê Hindistanê berdewam dikin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku 2 deryavanên Çînî hatine rizgarkirin.

22 endamên ekîbê hîn jî winda ne, ji wan 18 Çînî ne, 3 ji Myanmarê û yek ji Bangladeşê ye.

Li gorî çavkaniyên hikûmetê, keştiya barhilgir bi qasî 240 mîlên deryayî dûrî benderê noqî avê bû.

Sedema noqbûnê hîn jî nayê zanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye