Îlham Ehmed şandeyeke ku ji nûnerên jin ên meclisên rêvberiya xwecihî û şaredariyên li Bakurê Kurdistanê pêk tê, pêşwazî kir.
Her du alî civîneke girtî li dar xistin.
Ev şande duh ji bo rêzehevdîtinên fermî gihîştin Rojavayê Kurdistanê.
Ev serdan bi armanca xurtkirina peywendî û hevrêziyê di nava şaredariyan de pêk tê.
Her wiha ji bo şopandina rewşa xebat û xizmetguzariyê ye.
Ev serdana ku di bin pêşengiya jinan de tê meşandin, wekî pêngaveke girîng a xurtkirina têkiliyên di navbera rêveberiyên herêmî yên her du aliyên sînor de tê nirxandin.