Parlamenterê Îdirê ya DEM Partiyê Yilmaz Hun, pirsnameyek pêşkêşî Wezareta Ciwantî û Sporê kir û derbarê bûyerên gendeliya li Super Lîgê de agahî xwest.
Di pêşnûmeyê de, Yilmaz Hun bi bîr xist ku di daxuyaniyên dawî yên Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de hatiye gotin ku ji 571 hakemên di lîgên profesyonel de dixebitin, 371'ê wan xwedî hesabên bahîsê ne û ji wan jî 152 hekem bi awayekî çalak bahîs dilîzin.
Yilmaz Hun diyar kir ku ev daxuyanî ne tenê di civaka werzîşê de, lê di hemî beşên civakê de bûye sedema krîzek mezin a baweriyê.
"Saziya hakemetiyê pewîste şefaf û bê alî be"
Tê îdîakirin ku lêpirsîna bahîs ya futbolê dê bigihîje lîstikvanên futbolê jî.
Hun di pêşniyara xwe de destnîşan kir, "Saziya hakemtiyê ji bo rêvebirina dadperwer, şefaf û bêalî ya futbolê bingehîn e.
Lê belê, hebûna komeke ewqas mezin a hakeman ku bi çalakiyên behîsê ve girêdayî ne, rasterast yekparebûna futbola Tirkiyeyê û rewatiya lîgan tehdît dike."
Yilmaz Hun: Ti hakem di maça xwe de bahîs leyistiye yan na?
Hinek pirsên ku wekîlê DEM Partiyê di pêşnumeya xwe de pirsî ye bi vî rengî ne:
"Bi berçavgirtina vê rewşê re, gelo betalkirin an jî ji nû ve nirxandina Lîga Super û Lîga 1'ê dê di rojevê de be?
Gelo navên hakemên ku di çalakiyên bahîsê de beşdar bûne, dê bi raya giştî re werin parvekirin?
Endam an jî rêvebirên Lijneya Hakem a TFF'ê bi bûyerê ve girêdayî ne?
Hatiye zelal kirin ku ti hakem ji bo maça rêvedibe behîs leyîstiye an na?
Gelo sîstema tayînkirina hakem û mekanîzmaya denetimê dê ji nû ve bê organîzekirin?
Gelo avahiya niha ya denetimê ya TFF'ê ji bo pêşîgirtina li pirsgirêkên sîstemîk ên bi vî rengî têrê dike?
Gelo yekîneyeke denetimê ya serbixwe dê were damezrandin?"