Nû/ Li Sûdanê kuştin û koçberkirina sivîlan berdewam e

Hate ragihandin ku li herêma Bara ya Sûdanê ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab û binpêkirinên berdewam ên Hêzên Piştgirya Lezgîn li dijî sivîlan, pêlek nû ya koçberiyê çêbû. Her wiha serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs bang li gelê Sûdanê kir ku li dijî komkujiyên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve têne kirin yekgirtî bin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûdanê kuştin û koçberkirina sivîlan berdewam e.

Hate ragihandin ku li herêma Bara ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab û binpêkirinên berdewam ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li dijî sivîlan, pêlek nû ya koçberiyê çêbû.

Li Barayê 4 hezar û 500 kes koçber bûn

Li gorî daxuyaniya bijîşkên Sûdanê di rojên dawî de, zêdetirî 4 hezar û 500 kes ji Barayê koçber bûne ku nêzîkî hezar û 900 ji wan gihîştine bajarê El-Ebyadê yên mayî jî di nav şert û mercên mirovî yên dijwar û kêmasiya giran a xwarinê hîn jî di rê de ne.

Hate diyarkirin ku ji ber tesîsên tenduristiyê, derman û pêdiviyên bijîşkî kême piraniya malbatên ku gihiştine El-Ebyadê jî rewşa wan bi taybet zarok, kal û pîr pir xirabe.

Her wiha serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs bang li gelê Sûdanê kir ku li dijî komkujiyên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve têne kirin yekgirtî bin.

Îdrîs: Bêdengiya civaka navneteweyî şirîkatiya di sûcan de nîşan dide

Îdrîs diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî li hember sûcên ku ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve li dijî sivîlên li El Faşer û Bara hatine kirin, şirîkatiya di sûcan de nîşan dide.

Sûdan ji sala 2023`an û vir ve, şereke navxweyî jiyan dike û herî dawî jî piştî kontrolkirina Hêzên Piştgirya Lezgîn (RSF) ya bajarê el-Faşerê, zêdetirî 2 hezar kes hatin kuştin û 5 hezar kesên din jî koçber bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye