Ajansa Meteopolojiyê ya Japonyayê ragihand ku îro li bakurê Japonyayê bi pileya 7.4 erdhejeke giran rû da.
Erdhej bi dema herêmî di saet 16:53'yan de li Okyanûsa Pasîfîkê li peravên Iwateyê qewimî.
Tokyo ku bi sedan kîlometreyî dûrî navenda erdhejê ye, bi erdhejê hesiya û avahiyên bilind hejiyan.
Her wiha pêleke Tsunamiyê bi bilindahiya 80 santîmetreyî li bakurê Japonyayê xist.
Rayedaran gotin ku pêlên Tsunamiyê di demeke kurt de dibe ku bigihêjin peravên bakur û pêl bi qasî 3 metreyî bilind bibe.
Ajansa Metorolojiyê ya Japonyayê ji bo mirovên ku li herêmên peravê ne, banga veguhastina bi lez kir.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê di daxuyaniyekê de got ku, îhtîmal heye ku erdhejeke din a bi hêza 8 pileyî yan jî mezintir pêk were.