Gulistan Kiliç Koçyîgît bûyerên di rojevê de nirxand

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê geşedanên dawiyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku, ew ê der barê ewlehiya xwendekaran de pêşnûmepirsekê pêşkeşî meclisê bikin û ji bo kuştina jinan jî komisyonekê ava bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî bûyerên di rojeva Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de, li Meclisê axivî.

Gulistan Kiliç Koçyîgît di destpêka axaftinên xwe de, behsa êrîşa ku di 15'ê Nîsanê de li dijî dibistaneke li Mereşê pêk hatibû kir û got:

“Xwendekarekî êrîşeke çekdarî li dijî dibistana navendî ya Ay-ser Ça-lik pêk anî.

Piştî çend rojan ji girtina dibistanê, îro careke din zarok çûn dibistanê.

Lê ew zarok bi awayekî ne aram û bi tirs çûn dibistanê.

Encama polîtîkayên şaş, bûyerên bi vî rengî derxistinê holê.”

"Em ê ji bo xwendekaran pêşnûmepirsekê pêşkêşî Meclisê bikin"

Gulistan Koçyîgît anî ziman ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwegihandina çekan pir hesan bûye û wiha got:

“Zarokek çawa dikare xwe bigihîne çekan û bi rehetî di dibistanan de komkujiyê pêk bîne.

Ew berpirsyarî ne tenê ya malbatê, lê ya dewletê ye jî.

Ji bo wê, em ê sibe der barê mijarê de pêşnûmepirsekê pêşkeşî Meclise bikin.”

"Em ê ji bo jinên ku hatine qetilkirin Komîsyonekê ava bikin"

Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê dosyaya Gulistan Do-kuyê de jî, ev agahiyên nû da:

“Wê di 22`yê vê mehê de, ji bo Gulistan Dokuyê û hemû jinên ku bi awayekî bi guman hatine qetilkirin, komîsyonek bê avakirin.

Em ê pêşniyarê li Meclisê bikin.

Heta ku di van dosyayan de edalet pêk neyê, têkoşîna me dê bidome.”

"Desthilat çêkirina qanûnan bi paş dixe"

Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê pirsên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî ev bersiv da:

“Li gorî daxuyaniyên desthilatê, pêwîst bû ku di meha Nîsanê de qanûn hatibana çêkirin, lê heta niha tu hewldan tune ne.

Bi hincetên cuda cuda çêkirina qanûnan paş dixin.

Em hevî dikin ku di demên pêş de qanûn bên çêkirin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye