Bafil Talebanî, di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala Fox News a Amerîkî re behsa mijarê kir û got:
"Dikarim piştrast bikim tu kesî ji Silêmaniyê ew çek nebirine û ez nikarim li şûna partiyên din jî biaxivim.
Rast e, bikaranîna Kurdan wekî mertalên şer fikreke xirab bû, lêbelê ev yek cûda ye ku tu diziyê li hevalbendên xwe bikî."
Hêjayî gotinê ye ku serokê Amerîkayê Donald Trump, di 5’ê nîsana 2026’an de, di hevpeyvîneke xwe ya bi Fox News re gotibû:
"DYA`yê gelek çek ji bo xwepêşanderên li dijî Îranê şandine ji Kurdan re."