Asayîşa Silêmaniyê du bazirganên madeyên hişbir girtin

Li Başûrê Kurdistanê têkoşîna dijî madeyên hişbir berdewam dike. Asayîşa Silêmaniyê du bazirganên madeyên hişbir difrotin girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

  Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku li bajarê Silêmaniyê du bazirganên madeyên hişbir hatin girtin.

 Di encamê de,19 kîlo gram ji madeyên hişbir yê cûrê esrarê hate desteserkirin.

   Asayişê diyar kir ku di encamên lêpirsên û komkirina agahiyan de, karîn du bazirganên madeyên hişbir binçav bikin û dest danin ser 19 kîlo gram esrarê.

 Her wiha hate ragihandin ku kesên hatine binçavkirin, dixwestin bi kamyonekê madeyên hişbir ji Herêma Başûrê Kurdistanê derxînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24