Qeyrana Avê: Îran tedbîr negirê dê bêav bimîne

Îran ji ber sedema hişkesalî û xirab bikaranîna çavkaniyên avê bi bêav mayînê re rûbirû ye. Li gor daneyan asta ava li bendava daketiye asta herî kêm ya di dîroka xwe de.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran ji ber poîtîkayên xwe yên li ser avê û hişkesalî ye bi qeyranekî avê re rûbirû ye. Bikaranîna şaş ya çavkniyên avê asta ava li bendavan daketiya rêjeya herî kêm ya di dîroka xwe de.

 

Di seranserî Îranê de pirsgireka kêm bûna rêjeya bendav, çêm û golan heye lê li gor daneyan niha xeteriya herî mezin li ser Tehranê ye. Lewre di bendavên ku pêwîstiya avê ya Tehranê pêşwazî dikin rêjeya avê encax têra mehekî bike.

 

Serokkomarê Îranê Mesud Pêzeşkiyan eşkere kir ku heke tedbîran negrin û xerçkirina avê kêm nekin wê Tehran di meha Îlonê de bê av bimîne.

 

Di dîmenên ji hewayê hatine kişandin de rewşa qeyranê şenbertir xuya dike. Di dîmenên ku di navbera salên 2020-2025’an de hatine kişandinde asta hişkbûnê û leza kêmbûyîna avê pir şenber diyar dibe.

 

Gola Urmiyê zûha dibe

 

Gola Urmiyê ku 2’emîn gola herî mezin ya xwe ya cîhanê bû di bin xeteriya zûhabûnê de ye. Germahiya zêde, barana kêm û bi hezaran bîrên hatine vekirin gola Urmiyê anîn ber zûhabûnê.

 

Rêxistina Parastina Hawîrdorê ya Îranê bi gotina “tişteke ku were rapor kirin nemaye” rewşa kambax ya golê radixe ber çavan.

 

Zanyaran hişyar kir: Wext nema

 

Berdevka Hikumeta Îranê Fatemeh Mohajeranî got: “Pêwîste em bi alikariya gel re bêtewazûniya av û kehrebê, bi rêyên tasarruf û bi control xerç kirinê re çareser bikin.”

 

Li Tehranê rezervên krîtîk her ku kêm dibin aliyên pêwendîdar jî tedbîran dixin devrê. Rexmî ku ji gel tê xwestin ku xerçkirina av û kehrebê kêm bikin jî zanyar hişyarîya wext nemaye dikin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24