Li Îran û Rojilatê Kurdistanê zexta li ser gel û cezayên bidarvekirinê berdewam dikin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, 8’ê tîrmeha 2026’an cezayê darvekirinê yê Îsmaîl Xadirî li Girtîgeha Navendî ya Kaşanê ya li Parêzgeha Îsfehanê hat bicihanîn.
Li gorî heman çavkaniyê, Îsmaîl Xadirî ji Kaşanê, sê sal berê, di pevçûneke devkî û fîzîkî de hatibû girtin.
Piştre ew ji aliyê dadgeheke cezayî ya Parêzgeha Îsfehanê ve bi tawana "kuştina bi zanebûn" hat darizandin û cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.
Forûd Weysî û Ferhad Xefûrîzade li Kirmaşanê hatin girtin
Li aliyekî din, Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku di demjimêrên dereng ên êvara 8’ê tîrmeha 2026’an de Forûd Veysî yê 35 salî û Ferhad Xefûrîzade ji aliyê hêzên hikûmetê ve li kolaneke Kermaşan hatin girtin.
Forûd Veysî birayê Mucteba û Meysam Weysî ye û Ferhad Xefûrîzade pismamê wan e.
Dema ku malbat û xizmên miriyan amedekariya 40 rojiya mirina Meysam û Mucteba Weysî dikirin, ku wê îro were lidarxistin, Forûd Weysî û Ferhad Xefûrîzade hatin girtin.