Li Siweydayê agirbest hat binpêkirin

Li Siweydayê agirbest hat binpêkirin, komên ku li herêma Mensûrayê bi cih dibin gule li bajarokê Atil û zindana sivîl reşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan Li Sûriyê ragihand ku di nava 24 demjimêran de 9 kes li Siweydayê hatine kuştin.

Kesên ku hatine kuştin 4 ji hêzên Durzî ne û 5 ji komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ne.

Li gor daxuyaniya SOHR hejmara kuştiyan di şerê Siweydayê de gihiştiye 1520 kesan.

Şerê Siweydayê di 13`ê tîrmehê de dest pê kiribû û piştî 7 rojan, agirbestek hatibû ragihandin, lê heya niha ew agirbest bi temamî nehatiye bicihkirin û rojane di bin navên cuda de, êrîş li ser çend gund û bajarokên girêdayî Siweydayê tên kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye