Desteya Perwerdeyê: Ezmûn li gorî meteryalên Şamê bi dawî bûn

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ezmûn li gorî metaryalên Şamê bi dawî bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev ezmûnên ku di hezîran û tîrmehê de dest pê kiribûn, li 5 navendên herêmê hatin pêşkêşkirin.

Desteya Perwerdeyê diyar kir ku komîteyên demkî hatibûn avakirin da ku ezmûn bi rêk û pêk were meşandin.

Her wiha tedbîrên awarte, ji bo tomarkirin û qeydkirina navên xwendekaran hatibûn girtin.

Tevî derketina gelek astengiyan jî, ev ezmûn bi alîkariya Desteya Perwerdeyê derbas bûn û ev kar bidawî bû.

Desteyê, spasiya kadroyên perwerdeyê, meclisên rêveber, Desteya Hundirîn, Desteya Tenduristiyê û şaredariyan kir ku ji bo serkeftina ezmûnan kar û xebat kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24