Wezîra Darayî yê Iraqê Teyf Samî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dahatên girîng bi dest dixe lê ev dahat ne ji Bexdayê re tên şandin û ne jî wekî mûçe didin karmendan.
Ji aliyê xwe ve jî, seroka koma Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) li Parlamentoya Iraqê Sirwe Abdulwahid, di civîneke çapemeniyê de got ku piraniya şîrketan daxwazên Bexdayê qebûl kirine û heger sewqiyata petrolê ji nû ve dest pê bike, dê rasterast mûçe werin dayîn.
Sirwe Abdulwahid eşkere kir ku civîna di 8'ê Tîrmehê de were lidarxistin, dê di wir de diyar bibe ka mûçe dê werin şandin an na.