Hevseroka Kampa Holê Cîhan Hanan got ku hewldana revê di saetên derengî, şeva çarşemê de pêk hat.
Cîhan Hanan diyar kir ku jinên ji malbatên DAIŞ`î sûd ji mijê ku dîtina li dora kampê kêm dikir wergirtin.
Henan anî ziman ku hejmara malbatên DAIŞ`î yên hewl dane birevin 18 kes in û di nav de zarok jî hebûn.
Li gorî daxuyaniyeke berê ya rêveberiya Kampa Holê hejmara biyaniyên ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê 6,279 kes e û li ser 1,871 malbatan hatiye belavkirin.