Ev 3`ê roj in li ser hev pêdeviyên jiyanî derbasî van her du taxên li Helebê nabin.
Şexmeqsûd û Eşrefiyê di bin dorpêça hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ye.
Hemû rêyên ku ji taxên din ên Helebê û derdora wê tên, bi temamî hatine girtin.
Piştî ku tank û top hatin bêdengkirin, êdî şerekî din ji aliyê rayedarên nû yên Şamê ve li hember van her du taxan hatiye destpêkirin.
Dorpêç wek çekekî li dijî 300 hezar kesên sivîl tên bikaranîn.
Hêvîn Silêman: Destê Tirkiyê di êrîşan de heye
Têkildarî mijarê, Hevseroka MeclisaTaxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman êrîşa vê dawiyê nirxand .
Hêvîn Silêman bal kişand ser girêdana êrîşan bi Tirkiyê re û wiha got:
Her ku Tirkiye bi hikûmeta demkî re hevdîtinê dike, êrîşên li dijî me zêde dibin. Em ê tu carî li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Em ê taxên xwe biparêzin."
Di Îlonê de jî êrîşî ser her du taxan hatibû kirin
Hêvîn Silêman diyar kir ku ev cara duyem e, ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve rastî êrîşan tên.
Hêvîn Silêman bi bîr xist ku êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji 25'ê Îlonê ve berdewam dikin û ji wê demê ve ambargo zêde bûye. Hêvîn Silêman got, "Pêdiviyên bingehîn nayên dabînkirin. Tiştê ku diqewime polîtîkayeke teslîmgirtinê ye. Divê em vê yekê bibînin. Destê Tirkiyeyê jî di êrîşên ku diqewimin de heye. Ji ber ku em dizanin yekîneyên ku niha li Helebê dixebitin û bi hikûmeta demkî ya Şamê ve girêdayî ne, bi Tirkiyeyê ve jî girêdayî ne. Ew dixwazin bi heman polîtîkayan her du taxan dagir bikin. Çawa ku wan li bajarên peravê komkujî kirin, ew dixwazin heman tiştî bi me jî bikin."
Hêvîn Silêman: Ev êrîş bi awayekî sîstematîk pêk tên
Hevseroka Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da zanîn ku li rex peymana 10`ê Adarê peymana 1`ê Nîsanê jî tê binpêkirin.
Dawiyê, Hêvîn Silêman da xuyakirin ku ev êrîş ne tenê leşkerî ne û got:
Hêvîn Silêman, bi diyarkirina ku êrîşên dawî dijwar bûn re tekez kir ku peymana 10'ê Adarê ya di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin tê binpêkirin. Hêvîn Silêman wiha dirêjî dayê, "Ne tenê peymana 10'ê Adarê, lê di heman demê de peymana 1'ê Nîsanê ya di navbera rêveberiya taxa Şêx Meqsûd-Eşrefiyê û hikûmeta demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin jî heye. Lêbelê, hikûmeta demkî bi israr vê red dike ku li gorî wê tevbigere. Her ku Tirkiye bi hikûmeta demkî re hevdîtin dike, êrîşên li dijî me zêde dibin. Em ê tu carî li hemberî van êrîşan gavê paşve neavêjin. Digel vê yekê, em ê ji bo pêkanîna Peymana 10'ê Adarê li ser diyalogê israr bikin."
Di êrîşan de jinekê jiyana xwe ji dest da
Di êrîşa dawî ya li ser her du taxan de jinekê jiyana xwe ji dest da û 19 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarok û 4 jî jin bûn.
Her wiha, êrîşan zirarên madî çêkirin û bûn sedema qutbûna înternet û kehrebê.
Her ku êrîş diqewimin, niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadikevin kolanan û piştgiriya xwe ji her du taxan re nîşan didin.