Daxwaz tê kirin komkujiya Êzdiyan wek jenosîd bê naskirin

Di salvegera 11`emîn a komkujiya Êzidiyan de, 11 rêxistinên civaka sivîl bang li Iraqê kirin ku jenosîda Şengalê were naskirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniya hevbeş de, 11 rêxistinên civaka sivîl daxwaz kirin ku encama lêkolîna dosyaya Şengalê were eşkerekirin û çekdarên di parastina Şengalê de berpirs bûn, werin dadgehkirin.

Her wiha divê Iraq Peymana Romayê îmze bike û tevlî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bibe.

Di berdewamiya daxuyaniya 11 rêxistinan de, hatiye destnîşankirin ku divê koçberên Êzidî vegerin warên xwe û alîkarî ji wan re bêne pêşkêşkirin û kar û xebat bê kirin, da ku çarenivîsa wan jin û zarokên Êzidî bê naskirin, ên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24