Weşanên Şilêr a Kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo, amadekariyên vekirina pirtûkxaneyekê dike.
Endamê Rêveberiya Weşanên Şilêr Raman Hesê diyar kir ku ji bo pirtûkxaneyê avahiyek hatiye sererastkirin.
Pirtûkxaneya Şilêr ji beşên cuda pêk tê û dest bicihkirina pirtûkan hatiye kirin.
Wê di pirtûkxaneyê de 9 hezar pirtûk hebin.
Ji bilî pirtûkên bi zimanê Kurdî, wê pirtûkên bi Erebî, Suryanî, Ingilîzî, Tirkî, Farisî, Fransî û Almanî jî hebin.
Pirtûkxane wê ji saet 09.00 heta 23.00`an ji xwîneran re vekirî be.
Raman Hesê da zanîn ku Pirtûkxaneya Şilêr, wê roja 15’ê Tebaxê bi merasîmekê bê vekirin.
Pirtûkxane wê bibe yek ji pirtûkxaneyên herî mezin a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê.