Zarokên Kantona Cizîrê şahiyek li dar xistin

Bi amadebûna zarokên ku tevli çalakiyên Zarhunera Havînê bûne, li Qamişlo şahîyek hate lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya bernameya Zarhunera Havînê de, duh li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi dirûşmeya, "Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin" şahiyek hat lidarxistin.

Zarokên kantona Cizîrê bi cil û bergên xwe yên gelêrî û bi malbatên xwe ve tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi guhdarkirina helbesta bi navê zarokan, ya ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zarokan re şandibû dest pê kir.

Piştre fîlmekî Charli Chaplin û şanoyek hatin pêşandan. Koma Kulîkên Girbawî, Koma Saz û Koma Şehîd Serhed stran gotin.

Çalakî bi gerandina govendê ji aliyê Koma Jînda ve bi dawî bû.

Di berdewamiya Bernameya Zarhûnera Havînê de strana bi navê APO hate gotin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24