Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)`ê, derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, endamê fermandariya me ya giştî (QSD) Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo) bi fermî dest bi peywira xwe weke cîgirê fermandarê Firqeya 60’î kir.
Ev tevger di çarçoveya birêxistinkirina têkiliyên leşkerî û entegrekirina hêzên leşkerî yên QSD'ê di sazûmaniya parastina Sûriyê de pêk tê.
Ev yek dê hewldanên yekbûyî yên parastinê xurt bike û asta performansa li hember pirsgirêkên ewlehiyê zêde bike.
Di heman demê de tekez dikin ku parastina sivîlan û aramiya herêmê armancên pêşîn in."