Maça dostane ya ku di naverba Fransa û Berzîlyayê de, li DYA`ê hate lîstin, bi encama 2-1 qediya.
Ev maç di demekê de ku her du taxim xwe ji bo fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026'an amade dikin hate lîstin.
Maç ji destpêkê de şahidî kelecaneke mezin kir, di xuleka 32'an de lîstikvanê Fransî Kylian Mbappe golek avêt û taxima xwe xist pêş.
Di xuleka 55'an de lîstikvanê taxima Fransa Dayot Upamecano bi kerta sor ji qadê hate derxistin.
Lê moralê hevkarên wî nehat şikenandin û performansa xwe berdewam kirin û di xuleka 65'an de Ugo Ekieke gola 2'emîn tomar kir.
Di xuleka 78'an de lîstikvanê taxima dijber Gleason Bremer golek qezen kir û maç bi encama 2-1 bi dawî bû.
Mbappe, di serkeftina Fransayê ya li hemberî Brezîlyayê de roleke girîng lîst.