Li Mihabatê du welatiyên Kurd hatin binçavkirin

Bi berdewamiya şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, gelek êrîşên dijwar pêk hatin. Gefên Îranê yên li ser welatiyan her diçe zêdetir dibin. Hat ragihandin ku 2 welatiyên Kurd li Mihabatê ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Rojhilatê Kurdistanê heya niha ji ber êrîşên ku di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de çêdibin gelek kes hatine kuştin.

 

Hejmara girtiyan di demên dawî de her ku diçe zêdetir dibe.

 

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku di 26’ê Adarê de, Kiyanûş Adilpûr ê 35 salî li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve bi bikaranîna tundiyê û bêyî fermana dadger hate binçavkirin û ew ber bi cihêkî ne diyar ve hate birin.

 

Her wiha hat eşkerekirin ku hêzên îdareya Îstîxbaratê ligel serdegirtin û lêgerîna tund a bi ser malê, telefonên hevjîn û zarokên Kiyanûş Adilpûr jî desteser kirine û bi xwe re birine.

 

Tora Mafê Mirovan da zanîn di 27’ê Adarê de jî, hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê li bajarê Mihabadê bi ser mala welatiyek bi navê yê 37 salî de girtine.

 

Hêzên Îstîxbaratê bi bikaranîna tundiyê û bêyî fermana dadger mal lêgerîn kirine û Şiwane Elîzade binçavkirine.

 

Li gorî amarên Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de û heta niha zêdetirî 10 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin.

 

Ev pêla girtin û binçavkirinê di demekê de ye ku navend û baregehên hêzên rejîma Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve têne bombebarankirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye