NY: Li Siwêdayê her du aliyan sûcên şer kirine

Rapora dawî ya Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Sûriyê, duh di 27'ê Adara 2026'an de hate belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev rapor balê dikişîne ser tundiya tayfî ya ku li parêzgeha Siwêdayê di Tîrmeha 2025'an de qewimiye û dibêje ku ev kiryar dikarin wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bên pênasekirin.

 

Xalên sereke yên raporê, ev in:

 

Di bûyerên Siwêdayê de herî kêm 1,707 kes hatine kuştin û nêzî 200,000 kes koçber bûne.

 

Komîsyonê belgeyên derbarê înfazên bêdaraz, îşkence, tundiya zayendî, girtinên keyfî û şewitandina malan berhev kirine.

 

Di raporê de tê gotin ku hem hêzên hikûmetê û çekdarên eşîran (li dijî Durziyan) û hem jî komên çekdar ên Durziyan (li dijî Bedewiyan) ev sûc pêk anîne.

 

NY her wiha balê dikişîne ser rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ku di 30'ê Çileya 2026'an de pêk hat.

 

NY ev rêkeftin wekî gaveke girîng ji bo parastina mafên Kurdan û aramiyê dît.

 

 

 

Komisyonê daxwaza darizandina berpirsên payebilind ên Sûriyê kir

 

 

 

Komîsyonê daxwaz ji rayedarên Sûriyê dike ku lêkolîneke zelal li ser berpirsyarên van sûcan, bi taybetî berpirsên payebilind, bidin destpêkirin.

 

Komîsyona Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe li ser Sûriyê di 22'yê Tebaxa 2011'an de ji aliyê Encumena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hate avakirin.

 

Sedemên sereke yên avakirina wê; lêkolînkirina serbixwe ya hemû binpêkirinên mafên mirov ên ku ji adara 2011'an û vir ve li Sûriyê diqewimin.

 

Ji damezrandina xwe ve, erkê komîsyonê gelek caran hatiye dirêjkirin. Di daxuyaniya herî dawî de hat diyarkirin ku erkê wê heta 31'ê adara 2026'an hatiye dirêjkirin.

 

Di Kanûna 2024'an de, piştî rûxîna rejîma Esed, ji bo cara yekem rê hat dayîn ku komîsyon bikeve nav xaka Sûriyê û li wir lêkolînên xwe bimeşîne.

 

Di destpêka Tîrmeha 2025'an de li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyê, di navbera pêkhateya Durzî û eşîrên Bedewî de şer û pevçûnên dijwar derketin.

 

 

 

NY: Sûcên paqijiya etnîkî yên li dijî mirovahiyê pêk hatine

 

 

 

Ev pevçûn wekî encameke kîn û nefreta tayfî ya ku bi salan hatibû geşkirin, qewimîn û yê ku êrîş dan destpêkirin, komên eşîran ên Bedewî bûn.

 

Di nava çend rojan de tundî gihîşt asteke hovane. Li gundewarên Siwêdayê înfazên bi kom, şewitandina gundan û revandina jin û zarokan pêk hatin.

 

NY, di rapora xwe de dibêje ku ev ne tenê pevçûneke eşîrtî bû, ev kiryarên wekî "paqijiya etnîkî" û sûcên li dijî mirovahiyê li wir hatine kirin.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye