QSD'ê êrîşa çeteyên DIAŞ'ê li dijî gundewarê Dêra Zorê têk bir

Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li dijî bajarokê Behra Wista yê rojhilatê Dêra Zorê têk bir. QSD'ê da zanîn ku 5 şervanên wan di encama vê êrışa DAIŞ'ê de şehîd bûne û yek jî birîndar bûye. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêra Zorê diyar kirin ku piştî zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê wan tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di demên dewiyê de tevgera DAIŞ`ê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî bajarokê Behra Wista têk bir.

 

Di êrîşê de 5 şervanên QSD'ê şehîd bûn û yek jî birîndar bû

 

Pevçûnên giran qewimîn, di encamê de 5 şervanên QSD'ê şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin, soza tolhildana wan û domandina têkoşînê hat dubarekirin.

 

Hêzên Ewlekariyê yên Dêra Zorê tedbîrên parastinê zêde kirine

 

Her wiha Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Dêra Zorê Mîralay Mehmûd El Hisên ragihand ku hêzên wan tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine û got: "Ji bo çeteyên DAIŞ'ê têk bibin bi domdarî dewriye tên meşandin.  

Deriyên di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de bi awayekî mezin tên kontrokirin, da ku şane ji valahiyên ewlehiyê sûdê wernegirin û nikaribin êrişan pêk bînin."

Mîralay Mehmûd El Hisên bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê dema rûxandina rejîma berê û vekişîna hêzên wê ji nuqteyên leşkerî yên li Dêrazorê, çeteyên DAIŞ'ê dest danîn ser çekan û bi wan çekan êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî kantona Dêrazorê dikin.

El Hisên destnîşan kir ku hêzên wan bi armanca parastina ewlehiya giştî û parastina welatiyan û milkên wan li her deverên kantonan bi cihbûne û bi giştî amade ne bersiva êrîşan bidin.

Mîralay El Hisên eşkere kir ku hêzên wan hejmarek şebeke û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ji hev xistine, gelek kes ji wan girtine û çekên navîn û sivik bi dest xistine.

Ji Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Dêrazorê Mîralay Mehmûd El Hisên di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi hemû pêkhateyên wê Ereb, Suryan, Kurd û Ermen her timî di têkoşîna li dijî şaneyên terorîst de hevkar in û soz da ku dê şerê li dijî DAIŞ’ê û parastina herêmê ji tevahî cureyên êrîşan bidomînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24