Li Xezeyê ji duh sibê ve 57 kes hatine kuştin

Artêşa Îsraîl êrîşên xwe li ser Xezeyê didomîne, ji duh sibê ve 57 kes hatine kuştin. Serokê Amerîkayê têkildarî biryara Îsraîlê ya ji bo Şerîaya Rojava axivî û got: "Ez rê nadim Îsraîl Şerîaya Rojava tevlî axên xwe bike." Erebistana Siûdî jî damezrandina hevpeymaniyeke awarte ya navneteweyî ji bo fînansekirina desthilata Filistînî ragihand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîl bombebarana xwe ya asmanî û bejahî li ser bajarê Xezeyê berdewam dike, li gorî nexweşxaneyên Xezeyê ji duh sibê ve, 57 kes hatine kuştin.

 

Trump rê nade Îsraîl Şerîaya Rojava tevlî axên xwe bike

 

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dijwrtir dibe û planên tevlîkirina Şerîaya rojava ketiye rojevê, Serokê Amerîkayê Donald Trump, duh êvarê piştrast kir ku ew rê nade Îsraîl Şerîaya Rojava tevlî axên xwe bike û got: "Ez ê destûrê nedim, êdî bes e, niha dema rawestandinê ye."

Ev yek bi hatina Serokwezîrê Îsraîlê bo New Yorkê re hevdem bû da ku îro li ber Neteweyên Yekbûyî gotarekê pêşkêş bike.

Di heman demê de, çavkaniyên nêzîkî Serokwezîrê Îsraîlê duh, piştrast kirin ku hikûmeta wî di bin zexta Amerîkî de ye ku plana Trump a rawestandina şerê li Xezeyê qebûl bike.

 

Trump: Em li Xezeyê agirbestê dixwazin

 

Her wiha Donald Trump duh sibê, di dema pêşwazîkirina Serokkomarê Tirkiyê de, li Ofîsa Oval a Qesra Spî got: "Em li Xezeyê agirbestê dixwazin.

Min bi serokên herêmê re civînek pir baş kir û ez difikirim ku em nêzîkî rêkeftinekê ne û em dixwazin dîlgirtî vegerin."

 

Siûdî wê bi 90 milyon dolar desthilata Filistînî fînanse bike

 

Piştî ku li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, gelek welatan biryara naskirina dewleta Filistînê dan, Erebistana Siûdî jî, damezrandina hevpeymaniyeke awarte ya navneteweyî ji bo fînansekirina desthilata Filistînî ragihand.

Li gorî gotinên Wezîrê Derve yê Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan, Siûdî wê bi rêya vê hevpeymaniya ku bi qasî 90 milyon dolare Desthilata Filistînê fînanse bike.

Di heman çarçoveyê de, Feysel bin Ferhan piştrast kir ku bidawîanîna şerê Xezeyê wê bibe destpêkek ji bo pêkanîna çareseriya du dewletan û got:

"Em bi Dewletên Yekbûyî re ji bo rawestandina şer dixebitin û bêyî damezrandina dewletek Filistînî, rêyek ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re tune ye."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24