Navenda ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir. Her wiha YPJ’Ê jî nasnameya şervana xwe Delîla Dêrsim eşkere kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD`ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî belav kir û got: 

“Em sersaxiyê ji malbata her 3’yê hevalên me yên şehîd û hemû malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Her roj israra me ya mezinkirina asta berxwedan û têkoşînê zêdetir dibe. Heta hêvî û daxwazên şehîdên me pêk neyên, em ê tu carî rehet nebin.”

Li gorî daxuyaniya QSDê nasnameya şehîdan wiha ye:

 

Mehmûd El Ehmed bi nasnav Mehmûd di 13ê Cotmeha 2025an de li herêma Til El Semîn a Reqayê di êrişeke şaneyên DAIŞê de şehîd bû.

 

Mehmûd El Ehmed

Mehmûd

13 Cotmeh 2025-Reqa

 

Îsmaîl Ebdulhemîd bi nasnav Farûq di 10’ê Cotmeha 2025’an de li Dêrazor- El Miwêlih- Kirîza dil şehîd bû.

 

Îsmaîl Ebdulhemîd 

Farûq

 10’ê Cotmeha 2025’an-Dêrazor

 

Hazim El Fewaz bi nasnav Elî Reqa di 15’ê Cotmeha 2025’an de Qamişlo-Nexweşiya giran şehîd bû.

 

Hazim El Fewaz 

Elî Reqa 

15’ê Cotmeha 2025’an-Qamişlo

 

 

YPJ’ê jî nasnameya şervana xwe Delîla Dêrsim eşkere kir

 

Her wiha YPJ’ê jî nasnameya şehîdeke xwe ragihand.

YPJ`ê diyar kir ku şervana wan Delîla Dêrsim di 11’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di encama êrişa balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  têkildarî şehîdbûna şervana wan Delîla Dêrsim (Nazan Agirman) ev tişt anî ziman:

“Di serî de ji Rêber Apo, ji malbata xwe ya hêja û welatparêz re tevahî gelên xwe yê azadîxwaz re sersaxî xwestin. 

Di nava şoreşê de her bedêlek ji bo me ne windahiyeke deskefti ye.”

Li gorî daxuyaniya YPJ`ê jî nasnameya şehîd wiha ye 

Nazan Agirman bi nasnav Delîla Dêrsim di 11.01.2025`an li Bendava Tişrînê  di encama êrişa balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû

 

Nazan Agirman

Delîla Dêrsim 

11.01.2025`an -Bendava Tişrînê

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye