Ayhan Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

Ayhan Bayar a ku berdana wê hatibû taloqkirin, duh biryara tehliyeya wî hate dayin û piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hat diyarkirin ku Ayhan Bayar li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin û cezayê wî yê 30 salan bû, lê  tehliyeya wî ji bo salek û 6 mehan hat taloqkirin. 

Hat ragihandin ku îro Ayhan Bayar ji girtîgehê hate berdan û  li pêşiya girtîgehê hat pêşwazîkirin. 

Wekîlên DEM Partiyê jî di pêşwazîkirinê de cih girtin û beşdaran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kir. 

Bayar da zanîn ku heta ku Rêbertî û hevalên wan azad bibin ew ê  têkoşînê bidomînin û got: "Em lêgerînvanên heqîqetê ne. Ev lêgerîna me dê heta dawiyê bidome.” 

Piştî pêşwazîkirinê, Bayar tevî malbata xwe ber bi Silopiya ya Şirnexê ve bi rê ket. 

Her wiha 6 Girtiyên siyasî yên ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Boluyê piştî 30 salî hatin berdan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye