Şengal salvegera 13`emîn a şoreşa Rojava pîroz dike

Rêveberiya xweser a Şengalê bi boneya salvegera 13`emîn a şoreşa Rojava daxyiyaniyek weşand, pîrozbahî li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li gelê Kurd kir û şehîdên ku rê li ber vê rêyê vekirin, bi bîr anî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava, jiyaneke azad û demokratîk ava kir û spasya gelê Rojava kir ji bo pêşwazîkirina Êzidiyan ku di sala 2014 an de, ji komkujiyên DAIŞê reviyabûn, ev yek wekî mînakek xwişk-biratî û hevgirtinê hat dîtin.


Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku rola Rojava ji bo Êzidiyan di avakirina rêveberiya xwe ya xweser de, çavkaniya îlhamê bû û wê di warên xwerêveberî, wekhevî, perwerde û parastina cihêrengiyê de, bibe mînak.

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiya Şengalê bang li hemû hêzên demokratîk kir ku piştgiriyê bidin Rojava û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo avakirina Rojhilateke Navîn a azad û demokratîk.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye