Li bajarokê Ebû Hemam ê kantona Dêrazorê di 15`ê cotmehê de êrîş li dijî navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya hat kirin.
Di encama êrîşê de avahiya kombûnê şewitî.
Di derbarê êrîşê de jî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de, îşaret li ser rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û hat destnîşankirin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî yên li Dêrazorê isbat kirine ku ew dikarin li ber xwe bidin.
Di heman demê de hat diyarkirin ku ev êrîş hewldanek ji bo têkbirina îradeya jinên rêxistinkirî ye.
Di dawiyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya tekez kir ku dê têkoşînê bidomîne heya ku civakeke azad û demokratîk bê avakirin.