Seîd Îsapûr diyar kir ku eger ew îsal rê li ber bikaranîna neyasayî bigirin, wê di nav çar-pênc salên bê de proseya vejandina Gola Urmiyê wê bigihîje armanca xwe.
Serokê Desteya Birêvebira a Federasyona Pîşesaziya Avê ya Îranê Riza Hacî Kerîm ragihandibû ku hinek navçeyên derdora golê ji ber zêdebûna xwê hatine terikandin.
Seîd Îsapûr jî ev yek red kir û got: “Me hişyarî daye wî, eger heta 10 rojên din ji gotinên xwe bi paş ve venegere yan jî belgeyekê li ser valabûnê pêşkêş neke, emê giliyê wî bikin.”
Niha beşeke mezin a rûberê Gola Urmiyeyê ziwa bûye,beşa bakur hemû çikiyaye û beşa başûr jî tenê 600 heta 700 kîlometre çargoşe maye.