Trump daxwaza rawestandina şer kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hefteya borî, hêzên wan 10 hezar 685 leşkerên Ukraynayê kuştine û sê bajarokên li herêmên Xarkiv û Dnipropetrovsk kontrol kirine. Trump anî ziman ku bila herdu jî serkeftinê îlan bikin û bila dîrok dadbar bike û got: " Bes e gulebarankirin, bes e kuştin." Serokê Ukraynayê jî eşkere kir ku Washingtonê daxwaza wî ya ji bo bidestxistina mûşekên Tomahawk ên Amerîkî red kiriye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev  nêzî 4 sal in   şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi dijwarî dewam dike.  Di vî şerî de gelek kes ji her du aliyan hatin kuştin.

 

Rûsya: Di hefteyekê de 10.685 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin

 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hefteya borî, hêzên wan 10 hezar û 685 leşkerên Ukraynayê kuştine û sê bajarokên li herêmên Xarkiv û Dnipropetrovsk kontrol kirine.

Wezareta Parastinê da xuyakirin ku di êrişê de, hêzên wan bi çekên dûravêj û rastbûna bilind, mûşekên Kinzhal ên hîpersonîk û dronan êrîş  pêk anîne.

 

Rûsya: Me 36 bombeyên hewayî yên rêberkirî xistine xwarê

 

Wezaretê eşkere kir ku hêzên Parastina hewayî ya Rûsyayê 36 bombeyên hewayî yên rêberkirî, 18 roketên piralî yên HIMARS, du fuzeyên rêberkirî yên dûr-menzîl ên Neptûn û 1304 dronên Ukraynayê xistin xwarê. 

Hate diyar kirin ku di heman demê de, Hêzên Deryayî 6 qeyikên bêmirov ên Ukraynayê li Deryaya Reş têk birine.

 

Rûsya: 667 balafirên şer, 283 helîkopterên Ukraynayê hatine îmhakirin

 

Di rapora Wezareta Parastinê de hat destnîşankirin ku ji destpêka şer hata niha 667 balafirên şer, 283 helîkopter, 90 hezar û 737 dron, 633 pergalên mûşekên parastina hewayî, 25 hezar û 543 tank û wesayîtên zirxî, hezar û 602 roketavêjên piralî, û 30 hezar û 531 top û hawanên meydanî hatine îmhakirin.

 

Trump: Dem hatiye ku kuştin rawestin û peymanek çêbibe

 

Li aliyê din hewildanên dîplomatîk yên ji bo rawestandina şer dewam dikin. 

Bi vê armancê duh Donald Trump bi serokê Ukrayna Zelensky re civiya. 

Trump diyar kir ku hevdîtina wî bi Zelensky re gelek balkêş û dostane bû û got: 

" Wekî min ji Serok Vladimîr Pûtîn re pêşniyar kirî, min ji Zelensky re jî got, dem hatiye ku kuştin rawestin û peymanek çêbibe."

Trump anî ziman ku bila herdu jî serkeftinê îlan bikin û bila dîrok dadbar bike. Bes e gulebarankirin, bes e kuştin."

 

 Trump bidestxistina mûşekên Tomahawk ji aliyê Ukraynayê ve red kir

Ji aliyê xwe ve, Serokê Ukraynayê jî eşkere kir ku Washingtonê niha daxwaza wî ya ji bo bidestxistina mûşekên Tomahawk ên Amerîkî red kiriye.

Çavkaniyek Ukraynî   da zanîn ku Zelensky nexşeyên hedefên potansiyel ên Rûsyayê danîn pêşiya Serokê Amerîkayê, lê Trump bi wan nexşeyan qane nebûye.

 

Zelensky: Serokê Rûsyayê ji bo aştiyê ne amade ye

Zelensky anî zaman ku serokê Rûsyayê ji bo aştiyê ne amade, lê Trump berevajî vê yekê idîa kir.

 

Serokên Rûsya û Amerîkayê wê li Budapeştê bicivin

Serokên Rûsya û Amerîkayê li hev kirin ku di demek nêzîk de, li paytexta Macaristanê, Budapeştê bicivin.

Roja Pêncşemê, Trump piştrast kir ku pêşketineke girîng bi Rûsya re, hatiye bidestxistin.

Rûsyayê jî tekez kir ku têkiliyên wan bi Amerîkayê re, pir eşkere û pêbawer bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye