Li Vîetnamê Lehî: 10 kes mirin û 8 kes jî winda ne

Li Vîetnamê ji ber lehiyên ku ji destpêka hefteyê û vir ve dewam dikin herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku 8 kes jî hîn winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hate ragihandin ku bajarên tursîstîk ên mîna Hoi An û Hue yên ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de ye bi temamî di bin avê de man.

Li Hoi An’ê asta avê pir bilind bû. Di encamê de gelek dikan û malan zirar dîtin.

Li gorî rayedaran, li 5 eyaletan zêdeyî 128 hezar mal di bin avê de man.

Her wiha zêdeyî 5 hezar hektar zeviyê çandiniyê, tune bû û zêdeyî 16 hezar sewal telef bûn.

Çemê li bajarê Danang li gorî 60 salên dawî, gîhişt asta herî bilind û rayedaran ji bo rojên pêş jî hişyarî da.

Îsal li Vîetnameyê ji ber karesatên xwezayî (bahoz, lehî û hezazê) nêzî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan yan jî winda bûn.

Zirara madî jî gihişte 525 milyon euroyê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye