Agirbest hat binpêkirin Hurmiz girtî ye û li Libnanê şer didome

Agirbest hat binpêkirin, Hurmiz girtî ye û li Libnanê şer didome. Agirbesta di navbera Îran û DYA'yê de hatibû ragihandin di roja yekemîn de hat binpêkirin. Li Libnanê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de şer dewam kir. Tengava Hurmizê hema bêje hîna girtî ye. Bihayê petrolê daket kêmî hezar dolarî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh di saetên berbangê de agirbest di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de hat ragihandin.

 

Di roja yekemîn de, li gelek eniyan agirbest hat binpêkirin.

 

Rayedarên welatên Kendavê jî diyar kirin ku bi mûşek û dronan êrîş li dijî welatên wan hatine kirin.

 

Tengava Hurmizê jî heya radeyeke mezin girtî ye. Li tengavê tevgera keştiyên petrolê sînordar e.

 

Piştî agirbestê buhayên petrolê daketin, lê tevî wê jî li gorî dema beriya şer hîna bilind in.

 

Di aliyê siyasî de jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îran amadekariyên dan û standinan li Îslamabadê dikin.

 

Tê gotin ku Îran dixwaze cezayên li ser wê werin rakirin û bernameya xwe ya nukleerî bidomîne.

 

Lê DYA bi israr e ku bernameya nukleerî ya Îranê bisekine û bandora wê ya herêmî kêm bike.

 

 

Li Libnanê di êrîşên duh de 250 kes mirin

 

 

Li Libnanê ku DYA'yê ragihandibû ku di agirbestê de cih nagire, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dewam kir.

 

Hizbullahê, îro ragihand ku wê mûşek avêtin bakurê Îsraîlê û ev yek wek bersiva li hember binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Îsraîlê ve bi nav kir.

 

Hizbullahê, di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê de de diyar kir ku wê li wargeha El Menara xistiye û daxuyand ku "heya êrîşên Îsraîl û DYA’yê ranewestin, dê bersivê bidomîne."

 

DYA'yê banga xweragirtinê kir û hişyarî li ser bandorên şer da. Îranê jî diyar kir ku agirbesta Libnanê şertekî bingehîn ê domandina lihevkirinê ye.

 

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bang kir ku divê agirbest, Libnanê jî bigire nava xwe da ku herêm ber bi pevçûneke berfirehtir ve neçe.

 

 

Tehran: Ligel binpêkirinên Îsraîlê jî em diçin Îslamabadê

 

 

Îranê, ligel êrişên Îsraîlê jî biryara dewamkirina danûstandinên dîplomatîk da.

 

Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Pakistanê Riza Amîrî Mûhadam, ragihand ku heyeta Îranê wê êvara pêncşemê bigihêje Îslamabadê.

 

Mûhadam, anî ziman ku di nava raya giştî de ji ber binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Îsraîlê ve bêbaweriyeke xurt heye, lê belê ligel vê yekê jî ew li ser bingeha plana xwe ya ji 10 xalan de amade ne ku hevdîtinên cidî bikin.

 

 

Li Îslamabadê tedbîrên awarte hatin wergirtin

 

 

Rêveberiya Pakistanê jî, beriya hevdîtinên krîtîk ên di navbera Îran û DYA’yê fe li paytext Îslamabadê ji bo du rojan betlaneya fermî ragihand û tedbîrên awarte wergirtin.

 

Qesra Spî, destnîşan kir ku Alîkarê Serokê DYA’yê JD Vance, wê ji heyeta DYA’yê re serokatiyê bike.

 

Tê payîn ku hevdîtin roja înê dest pê bike.

 

Trump careke din gef xwar

 

Serokê DYA'yê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek da û diyar kir ku leşkerên DYA’yê dê li dora Îranê bimînin.

 

Trump, anî ziman ku heta lihevkirineke mayînde pêk were dê keştiyên şer, balafirên şer û personelên leşkerî li herêmê bihêle.

 

Trump, got eger lihevkirin bi dawî bibe dê êrîş ji nû ve dest pê bikin û gef xwar ku ev êrîş mezintir û hilweşînertir be.

 

Her wiha Trump, ev şert dubare kirin ku divê Îran nebe xwedî çekên nukleerî û Tengava Hurmizê vekirî û ewle be.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye