Hikûmeta Almanyayê amadekariyên dawî dike da ku bi awayekî fermî Rûsyayê bi encamdana çalakiyên sabotajê û êrîşên bi dronan li ser binesaziya xwe ya krîtîk, bi taybetî li ser Balafirgeha Leipzig/Halle, tawanbar bike. Piştî lêkolînên kûr ên saziyên ewlekariyê yên Almanyayê, Berlînê biryar daye ku helwêsteke tundtir nîşan bide û niha li ser pakêteke nû ya cezayên berfireh dixebite ku bandorê li ser têkiliyên aborî û dîplomatîk bike.
Ev pêngava Almanyayê rageşiya di navbera her du welatan de kûrtir dike, di heman demê de rayedarên Moskovayê ev tewan bi temamî red kirine û ew wekî pêngaveke bêbingeh bi nav kirine.