Lezgin

Di festîvala Hindistanê de 3 kes mirin

reset font size increase font size

Li rojhilata Hindistanê eyaleta peravê Odisha, ji ber qerebalixa ku di festîvaleke olî de çêbûye 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyan bi hezaran kes ji bo beşdarî festîvala salane ya Rath Yatra bibin, berê xwe dan perestgeha Gundisha ya li bajarê Puri ya eyaleta Odisha.

Rêveberê herêma Odisha Siddaharth Swain ji raya giştî re ragihand ku zêdebûna ji nişka ve ya girse bû sedema qerebalixiyê. Di encamê de 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Ceylan Hesen

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24