Li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 19 kes hatin kuştin

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê girantir dibin, îro 19 kes hatin kuştin. Donald Trump wê îro li civîna NY pêşniyareke aştiyê ji bo Xezeyê, pêşkêş bike. Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî, duh êvarî dest bi civîna xwe ya salane kir û naskirina dewleta Filistînê mijara destpêkê ya civînê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên leşkerî li ser bajarê Xezeyê berdewam dikin û bi tank û wesayîtên xwe deverên nişticihbûnê wêran dikin.

Li gorî raporên medyaya Filistînî, ji îro sibê ve di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de yên li ser Xezeyê, 19 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku nexweşxane ji ber kêmbûna sotemeniyê wê çend roj din bi temamî werin girtin.

 

Trump îro wê li ser rewşa Xezeyê li NY biaxive

 

Di heman demê de, serokê Amerîkayê Donald Trump amadekariyan dike ku îro di çarçoveya konferansa çareseriya du dewletan de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biaxive.

 

Trump wê li NY bi berpirsên çend welatên misilman re bicive

 

Her wiha Donald Trump wê bi berpirsên çend welatan re ku piraniya wan Misilman in bicive, da ku rewşa li Xezeyê, nîqaş bikin.

Malpera Axios'ê berê ragihandibû ku Trump wê pêşniyareke aştiyê û pêşeroja rêveberiya li Xezeyê piştî şer pêşkêşî rêberên vê koma welatan bike.

Li gorî Axios'ê, ji bilî azadkirina dîlgirtiyên Îsraîlî li Xezeyê û bidawîanîna şer, wê Trump li ser prensîbên pêşeroja rêvebirina li wir, bêyî beşdariya Hamasê, nîqaş bike.

 

Civata giştî ya NY naskirina dewleta Filistînê nîqaş kir

 

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî duh êvarê dest bi 80'emîn civîna xwe ya salane kir û naskirina dewleta Filistînê mijara destpêkê ya civînê bû.

Serokatiya Konferansê bang li hemû welatan kir ku di çarçoveya bidawîanîna şerê li Xezeyê û misogerkirina serbestberdana hemû dîlgirtiyan de, bi rola xwe rabin.

Fransa û Erebistana Siûdî, li ser planên çareseriyeke du dewletî, mazûvaniya lûtkeyeke yekrojî kirin.

Welatên G7 jî, di nav de Almanya, Îtalya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, beşdarî Konferansê nebûn.

Ji aliyê xwe ve, Îsraîl û Amerîka rexne li rêze naskirinên nû yên dewleta Filistînê girtin.

 

Danezana New Yorkê piştgiriya çareseriya 2 dewletî dike

 

Danezana New Yorkê ya ku ji aliyê Civata Giştî ya NY bi 142 dengan hatibû pejirandin, pabendbûna navneteweyî ya bi çareseriya du dewletî re piştrast dike û rêyek bêveger ji bo avakirina paşerojek baştir ji bo Filistînî, Îsraîlî û hemû gelên herêmê destnîşan dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24