Hat Nûkirin:
Serokê Amerîkayê zêde bal kişand ser wê yekê ku rêjeya enflasyonê li Îranê gihîştiye 300%`î, serkirdayetiya welêt di tevlîheviyeke temam de ye û şiyana wan nîne ku bi rengê guncaw nûneratiya welatê xwe bikin.
Di beşeke din a nivîsa xwe de, Trump behsa kuştina xwepêşanderan kir û wiha got: "Ew tenê serî li medyaya sexte (Fake News) li Amerîkayê didin, li gel xwesteka kuştina xwepêşanderên xwe, ku heta niha zêdetirî 100 hezar kes ji wan hatine kuştin."
Her wiha Trump tekez kir, divê serkirdayetiya Îranê bi tohmeta "tawanên şer ên li dijî mirovahiyê" bê darizandin, her weha axaftin û daxuyaniyên Tehranê wek "gotinên bêwate" binav kirin.
Îran: "Zêdetirî ji sedî 90 mûşekên me hîn mane"
Şêwirmendê Bilind ê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemedreza Neqdî ragihand ku pêwendiya di
navbera Supaya Pasdaran û hikûmetê di "asta herî baş de ye" û got “Zêdetirî ji sedî 90 mûşekên me hîn mane.”
Ew hişyariyê dide Amerîkayê ku eger êrîşekê bike dê pirsgirêkên pir mezin bibîne.
Mihemedreza Neqdî di hevpeyvînekê de li gel kanala Meyadînê bersiv da Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Serokê Amerîkayê qala têkbirina piraniya mûşekên Îranê kiribû.
Mihemedreza Neqdî li ser vê yek ê wiha got, "Zêdetirî ji sedî 90 mûşekên me hîn mane".
Her wiha eşkere kir ku bi avêtina her mûşekekê yeka nû li şûna wê dihat kontirolkirin