Li Amerîkayê 3 xwendeakar û mamosteyek hatin kuştin

Li Amerîkayê di êrîşa çekdarî ya li ser dibistaneke seretayî de 3 xwendekar, mamosteyek hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li bajarê Bend ê eyaleta Oregon a DYA'yê, êrîşeke çekdarî li ser dibistaneke seretayî hat kirin.

Di encamê de sê zarokên 5, 8 û 11 salî û mamosteyek 54 hatin kuştin.

Hat ragihandin ku êrîşkarê 16 salî jî hat kuştin.

Li gorî agahiyan, êrîşkar ji heman dibistanê bû.

Polîsan ragihand ku raporên destpêkê nîşan didin ku gule li wesayîteke li derveyî dibistanê hatiye reşandin.

Piştre telefon hatin ku tê de hat ragihandin ku êrîşkar ketiye avahiyê û gule berdaye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye