Li Taylendê piştî branên zêde lehî rabû

Li Taylendê piştî baranên zêde lehî rabû. Ji ber baranên zêde xanî di bin avê de man. Ji ber wê jî hin niştecih neçar man ku malên xwe vala bikin. Li Endonezyayê jî şewat çêbû û agir bi daristanan ket. Li seranserê girava Borneo herî kêm 592 navendên şewatên daristanan hatine tespîtkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li milekî lehî û li milekî din jî şewat.

Îro li Taylendê piştî branên zêde lehî rabû.

Ji ber barana zêde xanî di bin avê de man

Ji dîmen xuya dibe ku xanî di bin avê de mane.

Ji ber wê jî hin niştecih neçar dimînin ku malên xwe vala bikin.

Her wiha ji ber barana zêde riya çûn û hatinê jî hatiye girtin.

Rayedar dibêjin ku dibe ku ev rewş heta sibe jî bi vî awayî berdewam be.

Rayedar ji rêwiyan xwestin ku di vê demê de ji rêyên ku dibe sedema lehiyê dûr bisekinin.

Endonezyayê şewat çêbû û agir bi daristanan ket

Li Endonezyayê jî şewat çêbû û agir bi daristanan ket.

El Nino wekî sedema xirabtirbûna ziwabûnê tê hesibandin ku bûye sedema yek ji xirabtirîn demsalên şewatên daristanan ên salên dawî.

Hat diyarkirin ku li seranserê girava Borneo herî kêm 592 navendên şewatên daristanan hatine tespîtkirin.

Ji ber şewatan Endonezyayê di bin dumanê de maye

Ji ber van şewatan jî Endonezyayê di bin dumanê de maye.

Ji ber vê dumanê jî xelk nema tiştekî li pêşiya çavên xwe dibînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye