Trump ferman da rêya tankerên Venezuelayê bê birîn

Trump ferman da tankerên petrolê yên Venezuelayê ku rastî cezayan hatine, bên astengkirin. Hikûmeta Nicolás Maduro ev gav wekî "gefeke tirsnak" bi nav kir, hawar gîhand Neteweyên Yekbûyî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Trump li herêma Karayîbê alozîyê kûr dike, gefeke nû li Venezuelayê xwar.

Serokê amerîkî vê carê biryar da rêya tankerên petrolê yên Venezuelayê bên birîn.

Ev biryar wê ji bo tankerên ku rastî cezayan hatine werin bikaranîn. 

Hikûmeta Nicolas Maduro ev gav wekî "gefeke tirsnak" bi nav kir.

Her wiha hikumeta Caracasê got ku ew plan dike biryarê têxe rojeva Neteweyên Yekbûyî.

Trump eşkere nekir ku ew ê çawa keştiyên petrolê yên ku hatine qedexekirin bên astengkirin.

DYA’yê berê bi hezaran leşker, nêzîkî deh keştiyên şer û keştiyek balafiran li Karayîban bi cih kiribû..

Li alîyekî din, Trump di parvekirineke xwe ya li ser tevna civakî Truth Social de gotinên giran ji bo hikûmeta Venezûelayê kirin.

Trump hikûmeta Madûro bi dizîna "Serweta Amerîkayê, Terorîzm, Qaçaxçîtiya Madeyên Hişber û Bazirganiya Mirovan" pênase kir.

Her çendî Caracas Trump li dijî welatê Amerîkaya Başûr bi binpêkirina qanûna navneteweyî tawanbar kir.

Di daxuyaniya hikûmetê de li ser posta Trump wiha hate gotin:

 "Li ser medyaya xwe ya civakî, ew texmîn dike ku petrol, erd û dewlemendiya madenî ya Venezuelayê milkê wî ye."

Rageşiya di navbera Amerîka û Venezuelayê de di demên dawî de bi operasyonên Amerîkayê zêde bûbû.

Amerîka li Deryaya Karayîbê di çend mehan de zêdetirî 20 êrîşên leşkerî li ser keştiyan pêk anîn.

Di encama êrîşan de herî kêm 90 kes hatine kuştin û gelek keştî hatin binavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye