Çîn amade ye ku beşdarî îstîqrar û ji nû ve avakirina sûriyê bibe

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed El-şeybanî bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, roja duşemê, derbarê çûyîna Esed El-şeybanî ya paytexta Çînê Pekînê de, daxutanî da.

Wezaretê, diyar kir ku di civînê de, li ser xurtkirina têkiliyên di navbera her du welatan de hatiye nîqaşkirin.

Her wiha Wezareta Karên Derve da zanîn ku Çîn, amade ye ku beşdarî ewlehî û îstîqrara Sûriyê û ji nû ve avakirina Sûriyê, bibe.

Esed El-şeybanî, di Hezîrana borî de, Balyozê Çînê Shi Hongwei, li navenda wezaretê li Şamê pêşwazî kiribû.

Her du aliyan, li ser rêbazên xurtkirina hevkariyê û piştgiriya hevbeş li ser mijarên berjewendiya hevpar kiribûn.

Ji dema hilweşîna rêjîma Sûriyê ya berê, di 8`ê Kanûna 2024`an de, têkiliyên Sûriyê û Çînê ketine qonaxeke nû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye