Li Waşingtonê civînek ji bo gotubêjkirina rewşa Sûriyê hat lidarxistin û tê de hemû pêkhateyên Sûriyê beşdar bûn.
Armanca sereke ya civînê ku Sûriyê ber bi sîstemeke federal û nenavendî ve biçe ku tê de, mafê hemû pêkhateyan were parastin.
Nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê Sînem Mihemed eşkere kir ku hemû pêkhateyên Sûriyê, ji Durzî, Elewî, Suniyên demokrat û Kurd, ku dixwazin Sûriyeke demokratîk û federal ava bibe, amade bûn.
Rêvebera berê ya Azadiya Olî li Wezareta Derve ya Amerîkayê